EYN ÎSA – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi obus û hawnan êrişî gundewarên Eyn Îsayê û rêya navdewletî (M4) dikin.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan dide.
Di encama wê de şerekî giran di navabera şervanan û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebehet El-Nusra û DAIŞ’ê de rû dide.
Li gorî agahiyan ku rêya M4 hatiye qutkirin û çûyîn û hatin li wir xeter e.