EYN ÎSA – Çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîş birin ser gundê Şergirakê yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê.
Şervanên QSD’ê êrîş şikandin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û yên mayî jî neçar man paşde vegerin.
Duh bi şevê balafirên ne diyar li bargeheke çeteyên artêşa dagirker a li derdorê gundê Koremazî yê bakurê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê dan. Li gorî agahiyan di encamê de depoyeke çekan a çeteyan hate teqandin.