NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya Akp-Mhp’ê didomin.
STENBOL
Li Stenbolê serê sibê hemwext polîsên dagirker bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna li malan hat zanîn ku 15 kes hatine destgîrkirin û yek jê jî zarok e. Hat ragihandin ku derbarê 45 kesan de biryara destgîrkirinê heye.
Navê hin kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Lokman Akici, Metîn Yilmaz, Merdal Bahadur, Zehra Aslan, Ensarî Taşkaya, Mujdat Uzunyay, Mahsum Çelebî, Şakir Bîngul, Îlyas Dînçer, Lîvan Orman, Yakup Ozdemîr, Nîhat Demîr, Alleattîn Adanir, Muhammet Erkmen û zarokê bi navê D.K.
AMED
Polîsên dagirkerli Amedê bi ser gelek malan de girt. Polîsên dagirker di serdegirtina malan de Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Yalçın û Endamê Meclisa Şaredariya Yenişehirê Alaattin Zuğurli, Sevîcan Yaşar û Endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê Hikmet Altug û Songul Dag Kapanci, ji Însiyatîfa Dayikên Laçik Spî Aysel Tûfan û şêwirmendê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel Kenan Canpolat hatin destgîrkirin.