NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja 30’yî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de êriş, hewldanên firehkirina dagirkirinê û qutkirina rêyan didome. Şervanên QSD’ê hewldanên wan hemû têk birin.
QSD’ê hewldanên êrişên dijwar ên li ser gudên nêzî rêya navdewletê têk birin
Duh li gundên navçeya Eyn Îsa ya li ser rêya navdewletî (M4) şerekî dijwar rû da. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di vî şerî de cûreyên çekên giran hemû bi kar anîn. Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan da û hewldanên qutkirina rêya navdewletî ya di navbera Kobanê û Eyn Îsayê de, têk birin. Her wiha şervanan tankeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê teqand û şer li gelek eniyan didome.
Şervanên QSD’ê êrişeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Şergirak ê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê têk bir û çete reviyan. Balafireke nenas a şer cihekî kombûna çeteyan bombebaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Qasimiye yê girêdayî navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê topbaran kir.
Li gundewarên Minbicê şer rû da
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê topbaran kirin. Di encama wê de di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzÊn Meclisa Leşkerî ya Minbicê li 4 gundên li 4 aliyên bakur û bakur-rojavayê Minbicê de şer derket.
QSD: Duh 20 çete hatin kuştin û tankek hat teqandin
QSD’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra êrişên xwe didomînin. Her wiha diyar kir ku di nava 24 saetên dawî û çarçoveya mafên parastina rewa de 20 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin, tankek hat teqandin û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanan.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bang li Koalisyona Navdewletî, DAY û Rûsya kir ku li gorî lihevkirinên xwe tev bigerin û nehêlin guhertina demografîk li herêma Serêkaniyê û kantona Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, pêk were.
Helwesta NY’yê ku alîkriyê dide siyaseta qirkirina etnîk bi tundî hat rexnekirin
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî der barê alîkariya NY’yê bi siyasetên qirkirina komî de ku dewleta Tirk a dagirker li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê armanc dike, hişyarî da.
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) helwestên Serkretêrê Giştî yê NY’yê ku destekê dide hewldanên qirkirina etnîk ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin, şermezar kirin. Her wiha helwesta dewletên NATO û paşguhxistina bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmiyasal re jî, şermezar kir.
Rewşên mirovî
Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a li navçeya Eyn Îsayê tevî derfetên xwe yên kêm ji destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirekr li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nêzî 3 hezar nexweş di nav de şehîd û birîndar ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî kirine.
Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, her wiha hedefgirtina sivîlan de 33 dibistan hatin girtin, 7 hezar û 734 xwendekarên nêzî sînorê navçeya Dirbêsiyê ji mafên xwendinê mehrûm man.
Helwestên cîhanê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de
Li gor CNN, berpirsên amerîkî piştrast kir, raporên ku hene behsa binpêkirina Tirkiyê ji lihevkirinên çavdêriyê ya bikaranîna dawî ji çekên “Pê bawer” hene. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çek dan çeteyên xwe û got, ew der barê vê yekê de lêpirsînê dikin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron wiha got: “Dewleta Tirk bi êrişên li djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyê karekî dijminahî bêyî koordînasyona bi NATO’yê re, kir. Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berjewendiyên me xistin xeteriyê.”