NAVENDA NÛÇEYAN – Vê sibê sivîlan dewriya hevpar a dewleta Tirk a dagirker û ya Rûsya ku ji gundê Dêrna Axê ya herêma Girkê Legê ber bi herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo ve diçû red kirin û ew dane ber keviran. Dewriya hevpar a artêşa Tirk a dagirker û Rûsan sivîlê bi navê Serxwebûn Elî qetil kir.
Berpirsê Buroya Ragihandina QSD’ê Mistefa Balî di twitta xw de ragihandibû, ku panzer Tirkiyê pêşberî dewriya rûsî pêl sivîlekî kir.