NAVENDA NÛÇEYAN – Navendê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî li herêmê hevpeymên agirbestê hatin lidarxistin, careke din bi hemû hêza xwe ya teknîkî ji bejahî û hewayî ve li seranserê sînorê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe yên dagirkirin û qirkirinê didomîne û hevpeymanan binpê dike.
Girêdayî mijarê Navenda Ragihandin û Çepemeniya QSD’ê encama şer û berxwedana roja 30’eymîn eşkere kir.
Eniya Til Temirê
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe ji bejahî û hewayî bi balafir û çekên giran pêk tîne.
Eniya Ebû Rasên
Artêşa dagirker û çeteyên wê bi tang û çekên xwe yên giran êrişek li ser gundê Til Mihemed pêk anî.
Eniya Eyn Îsa
Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê bi çekên giran û tangan bi dijwarî êrişî gundên Xirbet Faris, Şergirakê, Zenûba, Mesûdiyê, Dibis, Xirbet Kerem, Qiz Elî, Kefîfa û Webdê kirin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrişan û şerkeî dijwar qewimî. Di encama bersivdanê de li nêzê rêya M4 ya navdewletî 2 erebeyên leşkerî, erebeyeke doçka barkirî û tangek hatin rûxandin. He rwiha 13 çete û leşker hatin kuştin, 19 ji wan jî brîndar bûn. Di heman demê de tangek hat hedefgirtin, rextek û 3 çek jî hatin desteserkirin.
Bi giştî di encama êriş û bersivdayîna hêzên me de, 13 çete û leşker hatin kuştin, 19 ji wan birîndar bûn.
Di vê berxwedanê de 12 hevalên me şehîd bûn, 7 hevalên me jî brîndar bûn.”