QAMIŞLO – Dema dewriyeya hevpar a Tirk-Rûs a li Dêrik û Girkê Legê ya li Kantona Qamişloyê, gel ew dan ber keviran. Dewleta Tirk a êrîş bire ser girseya gel a nerazîbûn nîşan da, piştî qetilkirina welatiyê sivîl ê bi navê Serxwebûn Elî û şûnde 5 sivîl jî birîndar bû.
Hate ragihandin ku Serxwebûn Elî ji gundê Til Cemal ê Girkê Legê ye.
Navê kesên birîndar bûne wiha ne: Ji gundê Dêrna Axê Bahoz Çelo, ji Girkê Legê Fehed Mûsa, Sûhêl Ebdellah, ji gundê Mistefawiyê Eyîşa Omer û Alaa Omer.
Hate ragihandin ku rewşa birîndaran baş in.