NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çalakiyên wan ên tolhildanê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin. HRE’yê ragihand ku hêzên wan 8’ê Mijdarê li gundê Meryemîn ê Şerayê ya Efrînê çalakiyeke lidar xistin, di encamê de 3 çete hatin kuştin û miqdareke çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Berferehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan çalakiyên xwe yên di çarçoveya tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin û ev agahî dan
Di dîroka 8‘ê Mijdarê de li gundê Meryemîn ya bi ser navçeya Şera li dijî komên çete yê bi navê Feyleqa 3 û El Cebha El-Şamiyê hêzên çalakiyeke bi şêwazê sizme li dar xistin. Di encamê de 3 çeteyên koma navborî hatin kuştin û yek ji wan bi saxi hate girtin. Her wiha di çalakiyê de 4 çekên AK-47, 1 çeka RPG-7 û 1 çeka BKC ji aliyê yekîneyên me ve hatiye desteserkirin.”