HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin û malên sivîlan dikin hedef.
Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker duh gundê Zêdiyê yê girêdayî navçeya Zirganê bombebaran ya herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê kir.
Di encama wê de ziyan gihîşt mal û milkên sivîlan. Di dîmenê ku ajansa me bidest xist ziyan diyar dibe.
Şêniyên herêmê ditirsin ku artêşa Tirk a dagirker di dema ku biryara agirbestê binpê dike komkujiyan li dijî wan pêk bîne û malên wan dike hedef. Bi taybet ku civaka navdewletî der barê komkujiyên dewleta Tirk û bikaranîna fosfora spî li dijî sivîlan, bê deng e.
EYN ÎSA
Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker derdora bajaroka Hîşê yê başûr rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bombebaran dike. Li wê herêmê hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê hene. Di heman demê de, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker jî li herêma Hîşê digerin.