TIL TEMIR – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Til Temirê kirin. Ji ber êrişan 3 leşkerên rejîmê mirin û bi giştî 12 leşkerên rejîma Sûriyeyê birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ/El Nusrayê li gundê Fercanê ya di navbera rêya Til Temir û Zirganê de ye, benda hêzên rejîma Sûriyeyê bomberdûman kir. Di êrîşê de 3 leşkerên rejîmê mirin û 4 leşker jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAÎŞ û El Nûsra bi balafirên şer ên bêmirov û çekên giran êrişî gundê um El Kêf û gundê Didara yê navbera Zirganê û Til Temirê kirin. Êrişên dagirkeran li dijî nuqteyên hêzên rejîma Sûriyeyê hatin kirin. Li gundê Um El Kêf 2, li gundê Didara jî 6 leşkerên rejîmê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Til Temirê.
Birîndarên ku rewşa wan giran in ên li Nexweşxaneya Şêhîd Lêgerîn a li Til Temirê sewqî nexweşxaneyên li Hesekê hatin kirin.
Dagirkeran êrîşî xebatkarên tendirustiyê jî kirin ên ku hewl dan biçin hawara birîndarên li gundê Dildara ya Til Temirê. Di êrîşê de xebatkarê tendirustiyê Aram Ahmed birîndar bû.