QAMIŞLO – Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên 8 şervanên QSD’ê ku di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Berxwedana Cenga Rojava de şehîd bûbûn de, oxir kirin.
Şêniyan cenazeyên Hesan El-Elêwî (Enes Qamişlo) ku di 6’ê Mijdarê de li bajarokê Til Temir şehîd bûbû, Yûnis Emîr (Bahoz) ku di 4’ê Mijdarê de li bajarokê Til Temir şehîd bûbû, Basil Hisên (Şepal Hezokê) di 7’ê Mijdarê de şehîd bûbû, Ehmed Abdulêwî (Awaz Rustem), 7’ê Mijdarê li Til Temirê şehîd bûbû, Şêrezan Xelîl (Xelîl Qamişlo), Silêman Mihemed (Elî Şêr) 6’ê Mijdarê li Temirê şehîd bûbû, Şemdîn Hermîsî (Delîl Qamişlo) 27’ê Cotmehê li gundê Aliya yê Serêkaniyê şehîd bûbûê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve meşiyan.
Şêniyan di dema ku cenazeyên şehîdan wergirtin de, bi alên QSD’ê û kulîlkan xemilandin. Şênî bi karwaneke girse ber bi Goristana Delîl Saroxan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamilo ve ketin rê. Cenazeyên şehîdan li goristana ji hêla şêniyên Qamişlo ve ji Kurd, Ereb, Suryan , nûnerên ji partiyên siyasî û sivîl, şandeya Rêveberiya Xweser ve hatin pêşwazîkirin.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Di merasîmê de dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rojava û berxwedana QSD’ê hatin berzkirin.
Paşê endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ev tişt got:”Berxwedana di van kêliyan de li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dê mezintir bibe, da ku dengê wê zêdetir belav bibe. Em ji bilî serkeftinê tu tiştên din naxwazin.”
Aldar Xelîl diyar kir ku hemû hêzên navdewletî li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek, lê dema meşeleya berxwedanê ji bo parastina destkefiyên li ser xaka Bakurê Sûriyê hatine bidexistin, sekinîn.
Aldar Xelîl di dawiyê de ev tişt anî ziman:”Mehek li ser berxwedana gelê me ya li dijî êrişên dewleta Tirk re derbas bû. Dagirkeran digot ew ê di 3 rojan de her tiştî bidawî bikin. Îro jî em dibînin ku gav û hesabên xwe vedigerînin.”
Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmû ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.
Di merasîmê de rêhevalên şehîdan çekên wan rakirin û tev li Berxwedana Cenga Rojava li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê bûn û soza tolhildanê da.
Di dawiyê de cenazeyên 8 şehîdan di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin oxirkirin.