HESEKÊ – Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku mayîneke ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nûsra li gundên navçeya Zirganê ya girêdayî bajarê Serêkaniyê çandibûn, bi 2 leşkerên rêjîma Suriyê de teqiya. Di encamê de her du leşker birîndar bûn.
Nûçegihanan diyar kirin ku destwerdana lezgîn ji leşkerên birîndar re li naxweşxaneya şehîd Xebat li navçeya Dirbesiyê hatiye kirin, piştre ew rakirine naxweşxaneyên bajarê Hesekê.