LAVRÎO – Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişên dewleta Tirk a dagirker bi meşekê hatin şermezarkirin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn. Çalakgeran bang li Neteweyên Yekbûyî û dewletên navneteweyî kirin ku ji bo bidawîbûna êrişên dagirkeriyê bikevin nava hewldanan. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate qîrîn.