DIRBÊSIYÊ – Nûçegihanên ajansa me diyar kirin ku, dewriya Rûsya û artêşa Tirk a dagirker ji gundê Şîrkê ya li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest bi gera xwe kir û ber bi gundê Bîr Kinîse ya li rojavayê gundê Şêrikê ve ketin rê. Dema dewrî gihîşt gundê Bîr Kinîse, şêniyan kevir, pêlavên kevn û zebzeyên xirabûyî avêtin dewriyê.
Nûçegihanan gotin ku dewrî gera xwe ber bi rojava ve dewam bikin.