NAVENDA NÛÇEYAN – HRE’yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn çalakiyeke bi bandor li dar xistin.
Di dîroka 10`ê Mijdarê de hêzên me li gundê Enabkê ya bi ser navçeya Şera li dijî kombûnek û çeperekî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Di encamê de seyareyeke bi cureya Jeep û çeperekî çeteyan bi temamî hatin rûzxandin, 4 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.
Di heman dîrokê de hêzên me li gundê Merenaz ê bi ser navçeya Şera li dijî komen çete yê girêdayî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin.
Her wiha liv û tevgera balafirên şer û keşifê ya artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Efrîn û Şehba berdewam dikin.”