QAMIŞLO – Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ji hemû herêmên Cizîrê li xaçerêya gundê Til Cemal a navçeya Girkê Legê cihê şehîd Serxwebûn Elî jê dayîk bûye ku erebeyeke leşkerî ya girêdayî dewriya dagirkeriya Tirkiyê li ser sînor pê lê kir û şehîd bû, kom bûn.
Çalakvan bi meşekê ber bi gund ve ketin rê û pankartên “Şehîd Serxwebûn sembola Berxwedana Cenga Rojava ye” hildan.
Her wiha beşdaran wêneyên şehîd Serxwebûn, alên QSD’ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan rakirin û dirûşmên silavkirina berxwedana QSD’ê berz kirin.
Li bin konê sersaxiyê yê şehîd Serxwebûn, beşdaran deqeyekê rêz girt, paşê endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Sadiq Mihemed axivî û got QSD di Berxwedana Cenga Rojava de li dijî faşîzma dewleta Tirk û çeteyên wê planên dewleta dagirker hemû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pûç kirin.
Mihemed wiha axivî: “Armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina şoreşa azadî û rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina destkeftiyên gelê me ye.”
Mihemed wiha pê de çû: “Tevgera Ciwanên Şoreşger dê têkoşîna xwe li dijî faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê heta pêkanîna serkeftinê û bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike.”
Her wiha bi navê malbata şehîd, Zozan Elî axivî û spasiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li ser meşa wan kir û got ku ev meş name ye ji dagirkeriya dewleta Tirk re û wiha got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna wan li ser xaka xwe qebûl nakin, dê di ser laşê me re derbasî welatê me bibin.”
Çalakî bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.