QAMIŞLO – Li Qamişloyê di êrişa wesayitên bombebarkirî de ku li dijî sivîlan hate kirin 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên li Qamişloyê di êrişê de jiyana xwe ji dest dan endama Buroya Çapemeniyê ya Şaredariya Qamişloyê rojnamevan Zozan Ebdilqadir û endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Xalid Mihemed in.
Li Qamişloyê doh êvarê li kolana El Wehdeyê bi du wesayitên bombebarkirî êriş li dijî sivîlan hatibû kirin û di encamê de 6 sivîl şehîd bûn û 42 sivîl jî birîndar bûn.