NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer û berxwedana roja 34’emîn a Berxwedana Rûmetê eşkere kir. QSD’ê destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker berdewam dikin û li hember êrişan berxwedana wan jî didome.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku duh bi giştî 6 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û 8 çete jî birîndar bûne û her wiha 7 şervanên QSD’ê jî şehîd bûne.
Berfirehiya daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
“Artêşa dagirker û komên çete li seranserê herêmê êrişên xwe yên hewayî û bejahî domandin.
Ebû Rasên
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete bi piştevaniya çekên giran êriş birin ser gundên Til El-Werd, Til Mihemed, Bab El-Xêr û Til Şeîr û hewl dan qadên nû dagir bikin.
Til Temir
Artêşa dagirker bi balafirên bêmirov êrîş bir ser gundê Rihaniyê û li gundê Amiriyê bi çekên giran êrîş li dar xist. Di bersivdana hêzên me de seyareyeke zirxî ku hewl dida êrîş bike, hat rûxandin.
Eyn Îsa
Artêşa dagirker û komên çete li gundên Kefîfa, Mişêrfa û Kor Hesen bi tank û obusan êrîş birin ser herêmên sîvîl. Her wiha balafirên bêmirov ên artêşa dagirker bombebarana xwe domand. Hêzên me bersiva hemû êrîşan dan û di encam de şer qewimî. Di şer de hejmarek ji çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin û birîndarkirin lê agahiyên zelal bi dest neketin.
Di encama pevçûnên giran de ku li ser êrişên artêşa dagirker de qewimîn, 6 çete hat kuştin û 8 çete birîndar bûn.
Di vê bexwedanê de 7 hevalên me şehîd bûn, 12 hevalên me jîbirîndar bûn.”