RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
6- Milliyetgirî û Dewleta Netewe
Eger xwedayê li ser rûyê erdê digere dewleta netewe be, dînê (sekuler-laîk) li ser rûyê erdê yê wî xwedayî jî milliyetgirî ye. Mirov heta van herdu têgînan ji aliyê teolojîk û bi awayekî giçtîtir ji aliyê sosyolojîk ve ji hev dernexe, rabe modernîteya kapîtalîst bide naskirin, wê gelekî kêm bimîne. Divê mirov baç bizane ku tevahiya dînîtiyên bi koka xwe hiyerarçîk û dewlet di modernîteya kapîtalîst de pêjnên wan li çûna theo (îlah) û teolojiyê (îlahiyat) weke dewleta netewe û neteweperestî (milliyetgirî) hatine bicihkirin. Analîzkirina cihgirtina çûnahev a van herdu têgînan, wê rûyê rastî yê modernîteyê derxe holê. Dewleta netewe û neteweperestî, tevî diyardetiya (fenomen) xwe ya pozîtîvîst hemûyî jî di karektera herî çor û pûçkirî ya metafizîk de ne. Ji bo bicihanîna kar û sermayeya kapîtalîst têgînên bi sêhr ên avzûnkirî ne. Neteweperestî û dewleta netewe guloka têkiliyên diyardeyî ya bi hezaran mêtinkarî, zordestî û nakokiyan e ku ev têgîn nîçan didin. Ewçend balkiçandina van têgînan û karektera wan a hegemonîk ji ber têkiliyên desthilatdarî, kar û sermayê yên di hinavê xwe de vediçêrin, pêk tê. Divê ez careke din destnîçan bikim ku milliyetgirî argumana dînî ya bi tenê ya modernîteyê ye, lê xwedayê jêre xizmetê dike û di bin fermana wî de ye, dewleta netewe ye. Eger mirov milliyetgiriyê weke dînê dînan, dewleta netewe jî weke xwedayê xwedayan (bi maneya sîstema çaristaniya navendî) çîrove bike, wê gelekî hînker be. Ti têgîna bi jiyana civakî re têkiliya xwe heye û diyardeya wê temsîl dike, bi qasî van herdu têgînan û guloka têkiliyên ew nîçan didin, nikarin bi awayekî neyênî bandorê li civakê bikin. Di wê hêzê de nîne ku bandorê bike. Di heman demê de ji bo sergirtin û çeloxwarîkirina heqîqetê, xwedî hêz nîne. Dewleta netewe û milliyetgirî weke du têgîn û diyardeyên pozîtîvîst, ‘rejîma heqîqeta civakî’ çeloxwarî dikin û di tariyê de dihêlin, ji lewra ev herdu têgîn di asta herî jor de, hêza vê yekê temsîl dikin. Ji awirê çoreçê ve wezîfeya herî girîng a zanista civakî ew e ku hêza çeloxwarîkirin û tarîkirinê ya li ser heqîqeta civakî tesfiye bike. Mêtinkariya sermayê ya roja me ya îro milliyetgirî û dewleta netewe yên bi amûrên ewlekariyê gurçûpêçkirî, zanista civakî êsîr kirine û çawa dixwazin wisa bi kar tînin. Marksîzm jî di nava vê de ye. Dewleta netewe ti zanist, îdeolojî û hunerê nekiribe bin fermana xwe, nîne. Rohnîbûneke rastî bi analîz û jihevderxistina van herdu diyarde û têgihiçtinên pozîtîvîst û bi jê bihurîna wan, dibe. Ji lewra gelekî girîng e ku mirov weke çavkaniya pirsgirêkên civakî dewleta netewe û neteweperestiyê (milliyetgirî) bibîne û wan weke ççemîn guloka mezin a pirsgirêkên civakî binirxîne. Herçiqas ew xwe weke hêza çareseriyê ya tevahiya pirsgirêkên civakî bibînin û xwe weke navenda balkêçiyê pêçkêç bikin jî hukmê dîrokî yê ji bo heqîqeta civakî, ev e.
7- Dewleta Netewe, Desthilatdarî û Faşîzm
Dewleta netewe çêweyekî desthilatdariyê yê ji rêzê nîne. Jiç êweyekî herî pêçketî yê desthilatdariya dewletê wêdetir, maneyeke xwe ya din heye. Li ser çopa façîzmê çêwegirtineke dewletê ye ku pêk tê. Kengî desthilatdariya dewletê li ser civakê xwe belav û bi rêxistin kir, mumkîn e ku hegemonya yekdestdariya kapîtalîst li ser ekonomiyê pêk bê. Dewleta netewe bi vê maneyê tê naskirin. Kengî ev çêweyê dewletê ji hundir ve bi beçên civakê yên pelçiqandî û mêtî re, ji derve jî bi hêzên bi wan re di nava hevrikiyê de ne, dikeve çer, façîzm jî vê qonaxê îfade dike. Cudahiya di navbera wan de diçibe cudahiya di navbera pêvajoya çer û açtiyê de. Di herduyan de jî pêkhatinên siyasî yên cuda têne tesfiyekirin. Desthilatdariyê mîna civakê homojen dikin. Civaka homojenkirî, weke desthilatdariya homojenkirî tê konsolîdekirin. Dewleta façîst jî civaka homojen û yekîtiya herî zêde ya dewletê îfade dike. Tek ziman, tek welat, tek çand, tek al, tek netewe slogana wê ya bingehîn e. Ev çêweyê pêkhatinê eçkere ye ku ji bo xwezayeke mîna ya civakî ya pirrtêkeltiyê û pirrcuretiyê pêçkêç dike, ne çareseriyê, belê wê gelek pirsgirêkên mezin çêke. Pêvajoya jêre kansêrbûna civakê tê gotin jî ev e. Yan wê tevahiya civakê daqurtîne yan jî wê weke ûr-girêkeke civakî were jêkirin û avêtin. Tevahiya dîroka civakî çiqas çandên cuda yên komî serhev bûne, çi etnîsîte, ziman, pêkhatinên siyasî, fikir û bawerî hebin, hebûna hemûyan dikeve tehlûkeyê. Çiqasî li ber xwe bidin û bi cudahiyên xwe bijîn, wê rûyê façîst ê dewleta netewe derkeve holê. Xwe sosyalîst jî nîçan bide, her dewlet, tevger û partiya bi vî çêwazî li dijî cihêwaztî û pirrcuretiya civakê derkeve, bivê nevê wê bibe façîst. Dewleta netewe yan ji aliyê van partî û tevgerên bi vî rengî ve tê avakirin yan jî ew partî û tevgerên bi vî rengî ava dike. Lîberalîzma bûrjûwa herçiqasî li bin sloganên antî-façîst û antî-kominîst bi têgihiçtina dewleta lîberal (dewleta mînîmûm) rabe jî bi temamî dixapîne. Dê û bavê dewleta netewe lîberalîzm bi xwe ye. Dewleta netewe çi di pêkhatina xwe de çi jî di dema gihiçtin û stewîna xwe de ji bo lîberalîzmê çêweyê herî îdeal ê dewletê ye. Lewra bi qasî rastiya kapîtalîzmê ya façîzmê tîne, rastiya wê ya sosyalîzma dewletê (sosyalîzma pêkhatî) tîne jî bi dewleta netewe, digihîjin hev. Pêncsed salên dawî, nexasim jî sedsalên wê yên ber bi roja me ya îro ve di asta global de rê li ber çerên neteweyî vekir. Ev çer ji tevahiya dîroka çaristaniyan zêdetir bûn sedema qirkirin, tevkujî û xwînrijandinê. Bela xwe jê vekin ku dewleta netewe û façîzm ji bo civakê bibin çareserî, ev yek bi aweyekî eçkere û balkêç nîçan dide ku dewleta netewe û façîzm heftemîn çavkaniya herî mezin û xedar a pirsgirêkan in.
8- Dewleta Netewe, Civaka Exlaqî û Polîtîk (Demokratîk)
Dewleta netewe, bi nazenînî û bi îhtîmam hewl dide xwe weke dewleta huqûqê nîçan bide. Ji vê jî zêdetir hewl dide xwe weke cara pêçî ya pêkhatina huqûqê pêçkêç bike. Di bin vê rastiya wê de înkara civaka exlaqî û polîtîk heye. Huqûq kategoriyeke civakî ye ku bi giçtî çînên dewletdar û bi taybetî jî bûrjûwazî hewl didin wê li çûna exlaq û polîtîkayê serwer bikin. faristaniya Ewrûpayê jî xwe zêde huqûqparêz dihesibîne, di bin vê rastiya wê ya hûrûkûr de ev înkara civaka exlaqî û polîtîk heye. Di teoriyê de tê gotin, dewleta netewe çarçoveya îdeal a huqûqê ye. Dewleta netewe ya li ser înkara civaka exlaqî û polîtîk ango li ser înkara civaka demokratîk ava bûye, ji bo huqûqa bûrjûwayê çarçoveyeke îdeal e, û ev jî tê fêhmkirin. Lê belê weke ku tê îdeakirin, ne dewleta netewe, ne jî huqûq çarçoveya civaka demokratîk pêk nayîne. Berevajiyê vê rast e. Dewleta netewe û huqûq çendîn di zikhev de zêde bibin û biçizirin her qada civakê, ewçend ji civaka exlaqî û polîtîk dibihurin. Civaka demokratîk wê veguhere civaka temaçayê. Di nava rêzik û pîvanên (cîhana rêzikname, qanûn û destûra bingehîn) dewleta netewe û huqûqê de ku hûrûkûr hatin hûnandin û çidandin, qad ji polîtîka û exlaq re nayê hiçtin. Jixwe di tehlîla dawî de ev rêzik û pîvan îfadeya yekpare ya parzûnkirî ya berjewendiyên yekdestdariya kapîtalîst in. Demokrasî di nava tevahiya van rêzik û pîvanan de vediguhere lîstikekê. Karekterekî wê yê afirîner û pêkhêner nîne. Polîtîka weke qada çareseriya afirîner a pirsgirêkên civakî fonksiyonel dibe. Rêzika polîtîkayê ew e, ji bo civak bêhtir ber bi baçiyê ve biçe, ber bi rastî û xweçikiyê ve biçe divê afirîner be, û divê zanibe bibe ew hunerê payebilind ê vê afirîneriyê nîçan bide. Ev jî eger exlaqê civakî û demokrasî hebe, dikare di vî hunerî de bi ser bikeve. Ji ber vê sedemê li qadeke huqûqa bûrjûwayê bêhn lê çikandiye û fetisandiye, cih ne ji ya exlaqî û polîtîk re, ne jî bi awayekî demokratîk cih ji kirin û avakirineke civakî re dimîne. Zanista civakî ya navend Ewrûpa di tehlîla dawî de weke îfadeyeke mîtolojîk a berevajîkirina vê rastiyê, mirov hukim lê bike, wê zêdetir ji rastiyê re xizmetê bike; wê bi heqîqetên civakî re zêdetir wê bide naskirin. Dewleta netewe û exlaqê huqûqê yên weke amûrên bingehîn ên çareseriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên bi dîroka çaristaniyê re kûrtir dibin weke rêya derketinê bêne pêçkêçkirin û heta ku civaka demokratîk û polîtîk ji nedîtî ve bên, wê veguherin heçtemîn guloka mezin a pirsgirêkan û ev yek jî heqîqetek e ku înkara wê zehmet e.
9- Dewleta Netewe, Civaka Sivîl û Hawîrdor
Pêvajoya pêxîrtengiyê ya kapîtalîzmê ji salên 1970’î ve kûr bû, di heman demê de weke parçeyekî vê yekê pêvajoya krîza avahiya dewleta netewe jî kûr dibe. Di vê demê de xwedayê dewleta netewe bi awayekî tazî tê dîtin û perdeya wî ya îdeolojîk jî mîna pelên daran ta bi ta tê xwarê. Ji bo pêçîgirtina li hilweçînên mezin, bivê nevê xwenîçandana civaka sivîl dikeve rojevê. Mirov dikare civaka sivîl weke civaka li derveyî civaka malbat û dewletê dimîne, îfade bike. Di demekê de ku dewleta netewe xisleta xwe ya herkesî digire nava xwe ji dest dide û li hemberî vê civak bi temamî demokratîkbûyîn û azadbûyîna xwe nikare pêk bîne, civaka sivîl weke rêxistinên demên derbasbûnê derdikeve holê û maneyeke xwe heye. Ji herdu aliyan ve jî têne tengavkirin. Dikevin rewçekê, yan wê li cem dewleta netewe yan jî di nava refên civaka demokratîk û azad de cih bigirin. Naxwe wê nikaribin xwe ji bêkêrbûnê xelas bikin. Xwediyê kapasîteyeke bi sînor a çareseriyê ne. Herî îdealên wan ew in ku di çarçoveya femînîst û ekolojîk de tevdigerin. Çepgirên kevin, komên anarçîst û pêkhatinên siyasî û sendîkayên ne bi ser dewletê ve jî dikevin vê kategoriyê. Dewleta netewe ji ber dejenerasyona ketiye navê ji neçarî cih daye civaka sivîl û ji lewra jî timî zextê lê dike û bi vî awayî hêza wê ya çareseriyê di asta herî jêr de digire. Dewleta netewe bi qasî ku di nava civakê de çêweyê herî pêçketî yê tehekuma desthilatdariyê ye, ewqasî jî li ser ekolojiya civakê bi heman rolê radibe. çkere ye ku ew çiqasî karibe civaka sivîl û demokratîk asteng bike ewqasî jî nehemîn çavkaniya mezin a pirsgirêkan e.
10- Dewleta Netewe, Zanist, Huner û Heqîqet
Pozîtîvîzm bi îhtîmam û nazenîniyeke mezin hewl dide dewleta netewe weke rewça berbiçav a zanist û hunerê nîçan bide. Modernîteya kapîtalîst bi vî rûyê xwe derewa herî mezin xistiye piyaseyê. Heta dawiyê bi israr îdîa dike ku diyardeyî, objeyî û zanistî ye. Dewleta netewe tevahiya hêza xwe ji vê propagandayê re vediqetîne. Dinyayeke gelekî mezin a akademîk ava dike. Mîtolojî û propagandaya wê ya ku di dîrokê de ti dîn û xwedayî (qral û meçrûtiyeta wî) nikarîbû pêk bîne, di vê dema modernîteyê de tê pêkanîn û wê dixin bazarê. Ji ber ku çaviyên exlaqî û polîtîk bi tevahî hatine xirakirin, navendên maneyê hatine hilweçandin ti mejî û dilê bi van mît û propagandayan nexape, hema hema nemaye. Çarçoveya huner û zanistên pozîtîvîzmê danîbû ji krîza piçtî salên 1970’î para xwe girtin, ji lewra pêre rûbirû bûn ku maskeyên wan ên qaço heqîqetê îfade dikin, bikevin. Ev, bi parçebûna dogmatîzma dewleta netewe re ji nêz ve têkildar e. Ya diqewime, rohnîbûneke duyemîn a di nuqteyên tarî mayî yên rohnîbûna yekemîn de ye. Dewleta netewe wexta xwezaya civakî bi projeyên xwe yên muhendistiyê hûrhûrî dike, ne bi tenê rastiya diyardeyî, pêhesîn û têgihiçtina wê jî xira dike. Wexta ku diyarde tê tinekirin bivê nevê pêhesîn û têgihiçtina wî jî derbê dixwe. Yek ji heqîqetên zanista civakî ya derketiye holê, dîrokbûna civakê ye. Dewleta netewe li çûna dîroka civakî, avakirineke mîtîk a elîteke bûrjûwa ya desthilatdar mîna dîrokê pêçkêç dike. Haya wê ji wê nîne ku ji dîroka dînî û mîtolojîk a gelekî rexne dike, zêdetir derketiye derveyî heqîqetê. Zanista civakî ya Ewrûpayê çendîn dibe îdeolojiya fermî, dibe îfadeya herî paçverû ya mîtolojîk. Tevî hemû îdeaya xwe ya zanistî jî, metafizîk e. Rewça zanistê, ji ya huner têde ye, cuda nîne. Bûne sermayeyên pêvek ên bi ser kapîtalîzmê ve. Zanist û huner çendîn dibin zanist nirxa xwe ya heqîqetê jî ji dest didin. Tesfiyekirina felsefeyê weke zanista heqîqetê û bi vî awayî ji aliyê maneyê ve têkçûna wê, bi qasî qirkirinên maddî û fizîkî yên civakê rê li ber felaketan vedike. Civaka bê felsefe civaka tayê wê bi heqîqetê re qutbûyî ye. Ev jî tê wê maneyê ku civak bi tenê dibe lod û gidîçeke obje û tiçtan. Civaka obje jî ew civak e ku bi tevahî qabîliyetên wê yên parastinê çikiyane, mîna gidîçeke alavan li her cure mêtinkariyê vekiriye. Mirov nikare li felaketeke bi qasî civakeke qabîliyeta xweparastinê jidestdayî mezin bifikire. Dewleta netewe civakê bê xweparastin dihêle û bi vî awayî dibe dehemîn hêmana herî mezin a pirsgirêkên civakê. Amsterdam-Hollanda û London-Brîtanyayê wexta dewleta netewe weke amûrekî stratejîk pêçde birin, haya wan ji wan hebû çi dikirin. Di nava wan de yên dizanîbûn cinawirekî çiqasî bi tehlûke çêdikin. Ji bo zirara vî cinawirî bi sînor bikin, kêm be jî ji bo parastina ferd û civakê hinek tedbîrên huqûqî û demokratîk kêm nekirin. Ev yek ji bo binyeya navxwe dikirin. Li ser rûyê dinyayê (bejahiya Ewrûpayê jî di navê de) jî weke xirabiyên ji Qutîka Pandorayê derketine, reçandin. Bi vê, civaka berê û Ewrûpaya nû parçe kirin û karîbûn wan pê bixin hegemonya xwe. Îdeologên Elman ên ehmeq û zanyarên pozîtîvîst ên Fransî yên xwe gelekî biaqil dizanin, ev Pandora mêran pîroz kirin û weke ku dîn û xwedayekî rastî be, ew kiçandin Panteona modern. Her elîta desthilatdar a ket bin bandora modernîteya kapîtalîst, pûtên xwedayên xwe yên nû li gorî van modelên nû ava kirin û xistin çûna yên berê. Xwediyên herî kevin ên têgîna dîn û xwedê ango elîtên Rojhilata Navîn, ji herkesî baçtir dizanîbûn xwe neavêjin bextê vî dîn û xwedayê hegemonên nû, wê nikaribin bijîn.
ÇAVKANÎ: LI ROJHILATA NAVÎN KRÎZA ŞARISTANIYÊ Û ÇARESERIYA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK (PÎRTÛKA ÇAREMÎN)
https://www.nuceciwan37.com/ku/2019/11/13/nirxandin-dewleta-netewe-1/