STENBOL – Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Gulay Alabuga diyar kir ku endamên wan ji ber helwesta li dijî şer derketine hatine binçavkirin û got: “Bloka AKP-MHP’ê bi girtin û îşkenceyê dixwazin xebatên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê asteng bikin.”
Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê li Stenbolê têkildarî binçavkirina 36 endamên meclîsa xwe li avahiya HDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û binçavkirinê şermezar kirin. Malbatên ciwanên di binçavan de, parêzerên ciwanan û Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn.
‘BLOK DIXWAZE XEBATÊN CIWANAN ASTENG BIKE’
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Gulay Alabuga bi bîr xist ku zextên li dijî partiya wan her roj zêdetir dibin û endamên wan ji ber li dijî şer derketine hatine binçavkirin û endamên wan li dijî îşkence û muameleya xerab jî ji 10’ê mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne. Alabuga got di binçavan de îşkence li endamên wan hatiye kirin û hiqûqa dijminiyê li ser wan hatiye kirin. Alabuga bal kişand ser astengkirina xebatên ciwanan û got: “Bloka AKP-MHP’ê bi girtin û îşkenceyê dixwazin xebatên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê asteng bikin. Birêvebirina xebata ciwanan rewa ye. Em ê tu carî li dijî zext, êriş û îşkenceyê bêdeng nemînin û berxwedana xwe bidomînin.”
‘EM MAFÊN XWE DIXWAZIN’
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Bozkurt jî axivî û diyar kir ku pêwîste ciwanên hatine binçavkirin bên berdan û got: “Wê nikaribin bi zext, binçavkirin û îşkenceyê dengê kurdan bibirin. Bila dawî li zilma li ser zarokên me bînin. Bi hezar salane kurd li ser vê axê mafên xwe dixwazin. Wek din jî em tiştekî din naxwazin. Tu sûcekî zarokên me nîne. Bi sedan zarokên me niha di hefsan de ne. Hûn nikarin wiha kurdan biqedînin.”
‘ZAROKÊN ME BERDIN’
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Bedîa Ozgokçe jî got: “Li vî welatî ewqas neheqî û bêhiqûqî tên kirin kes wan nagire. Niha zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Em li pey zarokên xwe ne. Zarokên me berdin.”
‘DIXWAZIN CIWANAN BÊDENG BIKIN’
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî binçavkirina ciwanan şermezar kir û got: “Ev demek dirêje li vî welatî mirov nikare behsa maf û hiqûqê bike. Hiqûq bûye amûra zextên îktîdarê. Kêfa vê îktîdarê ji kî re nayê vê amûrê dixwe dewrê û wan binçav dike û digire. Îktîdar dixwaze bi van operasyonên binçavkirin û girtinê ciwanan bêdeng bike. Em li vir bang dikin endamên me yên ciwan hatine binçavkirin demildest berdin.”