NAVENDA NÛÇEYAN – Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gundên Til Temirê berdewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û hewanan derdora gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê topbaran dikin.
Til Tewîl gundekî Asûriyan e û derdora hezar malbatên Asûrî-Suryan û misilman tê de dijîn.