TIL TEMIR – Berxwedana Cenga Rojava di roja 39’emîn de didome. Ciwan û gelê Til Temirê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de parastina xwe dikin.
Ciwan û gel bihevre her şev piştî saet 12’an derdikevin taxên xwe, agirê xwe pêdixin û heta sibê nobetê digrin. Ji ber êrîşên dagirker ên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê cih û warên gelê sivîl di xeteriyê de ye. Gelê ku nobeta taxên xwe dikin, ji me re daxuya kirin ku çeteyên dagirker bi zanebûn sivîlan hedef digrin û dixwazin tirs nava wan de bidin avakirin.
Gelê sivîl destnîşan kir ku ew ê her roj derkevin nobetê û heta ev çeteyên dagirker ji axa wan dernekeve, ew ê di nava berxwedaniyê debin.