NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku çalakiyên wan ên tolhildanê berdewam dikin û destnîşan kir ku li nêzî bajarê Raiyê çeteyekî ku ji leşlerên artêşa Tirk re wergêrî dikir, di çalakiyeke sabotajê de hatiye kuştin.
Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“Hêzên me çalakiyên xwe yên di çarçoveya tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber didomînin.
Di 16’ê Mijdarê de li derdora bajarê Raî hêzên me bi çalakiyeke sabotajê çeteyekî ku tercumaniyê ji leşkerên artêşa Tirk a dagirker re dikir, kir armanc. Di encamê de ew çete hat kuştin.
Her wiha liv û tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Efrîn û Şehbayê berdewam dike.”