NAVENDA NÛÇEYAN – Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî bihakirina nirxê benzînê ya ji aliyê rejîma îranê ve hatî kirin ji 15’ê Mijdarê ve destpêkirî, her ku diçe berfirehtir dibe. Li zêdetirî 35 bajaran xwepêşander ji bo nerazîbûna xwe nîşan bide daketin kolanan û di bersiva êrîşa hêzên hov ên rejîma Îranê, navendên aborî yên girêdayî rejîmê kirin hedef.
Li gorî çankaniyên herêmî ji doh saet 12:00’an ve înternet li bajarên Kirmaşan, Merîwan û Ciwanro bi temamî hatî qutkirin. Hêzên dagirker ên rejîma Îranê doh gulle li girseyên gel ku li her sê bajaran li hev kombibûn reşandin, di encama wê de herî kêm 8 hemwelatî kuştin. Di bersiva wan êrîşan de hemwelatiyan êrîş birin ser navendên malî yên dewletê, li Merîwanê herî kêm sê banka şewitandin, li Kirmaşanê payebilindek hate kuştin û li Ciwanro jî herî kêm 5 banka dane ber agir.
Tê gotin ku li Merîwanê 2 kes, li Kirmaşanê 2 kes û li Ciwanro jî 4 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê nasnameyê 3 kesên hatî kuştin ragihand, li gorî wê yekê nasnameya kesê li Merîwanê hatî Kuştin Osman Nadêrî ye û yên 2 kesên li Ciwanro jî Kawê Mehmûdî û Hemzê Neqedî ne. Her wiha ajansên rejîmê jî agahiya derbarê mirina payebilindekî rejîmê ya li bajarê Kirmaşanê piştrast kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê li gorî agahiyên ku ji çankaniyên xwe wergirtî diyar kiriye ku ne tenê malbatên kuştiyan hê jî nekarîne cenazeyê zarokên xwe werbigirin ji ber ku ji aliyê hêzên rejîmê we rastî gefxwarinê hatine da ku di derbarê mijarê de agahiyan nedin.
Di encama gullebarana doh a serbazên rejîmê ya li ser xwepêşanderên li Ciwanroyê de zêdetirî 25 kes birîndar bûne. Hindek ji wan weguhestine nexweşxaneyên Kirmaşanê. Ji bajarê Sine jî agahî tên ku di êrîşa doh bi şev ya hêzên rejîmê de çend xwepêşander birîndar bûne.