EFRÎN – Li herêmên dagirkirî, bûyerên kuştin û revandinê roj bi roj zêdetir dibin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji çavkaniyên ji hundirê bajarê Efrînê wergirtine, îro sibê cenazeyên keçeke ciwan û ciwanekî ku di Difa El-Medenî (Parastina Sivîl) de kar dikir, hatin dîtin.
Çavkaniyan diyar kir ku her du cenaze li ser rêya Kemrok a girêdayî navçeya Mabata hatine dîtin û navên kesên ku hatine kuştin wiha ne: Nircis Dawûdî ji gundê Kemrok e û Elî El-Şaxûr jî bi eslê xwe ji Xûta El-Şerqiyê ye.
Nircis Dawûdî û Elî El-Şaxûr piştî ku fonên xwe standine, komek ji çeteyan rêya wan girtiye û pereyên wan dizîne û piştre ew kuştine.