TEBQA – Di çarçoveya çalakiyên gel ên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker de, Yekitiya Jinan a Ciwan û Meclisa Ciwanan a Tebqayê îro sînevîzyonek li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê pêşkêş kir.
Di pêşandana sînevîzyonê de hevserokên Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec û Rewşen Hemî û bi dehan ciwanên Tebqayê û şêniyên bajêr amade bûn.
Di sînevîzyonê de, parçeyên ji dîmenên merhaleyên pêngavên Xezeba Firatê û Bagera Cizîrê ku bi destê QSD’ê rizgar bûne, komkujiyên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrişên wan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anîne, hatin pêşandan.
Her wiha jî bertekên bihêrs ên ciwanan jî der barê dagirkirinê bi rêya dîmenên cur bi cur ji daxuyanî û xwepêşandanên gel ku ciwanan li ser redkirina dewleta Tirk a dagirker li dar xistine, hatin pêşkêşkirin.