EYN ÎSA – Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji xeta Dibis a girêdayî navçeya Eyn Îsa û ji gundên derdore wê xwest êrişî rêya M4 a navneteweyî bikin. Şervanên QSD’ê bersiv da û herî kêm çeteyek hat kuştin.
Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan bi tevahî nehat zelalkirin. Her wiha hewldanên êrişan hatin şikandin.