AGIRÎ – Di serdegirtinên malan ên îro ya li navenda bajarê Agiriyê de hevseroka berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Naîle Bariş, endama meclîsa şaredariyê Ceran Bariş û endamê HDP’î Hamît Taşdemîr hatin destgîrkirin.
Hate ragihandin fikar hene ku hejmara destgîrkiriyan zêde bibe û Hamît Taşdemîr ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û rakirine nexweşxaneyê.
HDP’iyên ku hinceta destgîrkirina wan nehate zanîn birine Midûryeta Emniyetê ya bajar.