QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitîya Jinên Ciwan li bajarê Amûdê ji bo ciwan û gel çalakiyek lidar xist ku tê de berxwedaniya şervanên QSD’ê li dijî dewleta tirk a dagirker hate silav kirin. Çalakî li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger Ya Amûdê a Şehîd Murad bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî wê belavok hatin belavkirin.
Paşê di derbarê çalakiyê de Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Dîlber ji ajansa me re axivî û wiha got; “Em her tim di nava berxwedanekê de ne, wek ku tê zanîn şerê ku niha li ser me tê meşandin Şerê Hebûn û Tunebûnê ye û her tim li gel me berxwedane û em ê her di nava vê berxwedanê de bin”.
Her wiha Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Cûdî jî nerînên xwe ji me re parvekir û wiha anî ziman; “Em we Ciwanên Şoreşger li bajarê Amûdê îro me ev çalakî çêkir ji bo ku em mural bidin gelê xwe û şervanên xwe ên ku niha di çeperên şer de li berxwedidin. Wê dewleta Tirk a dagirker têk biçe, Serkeftin ya Gelê Kurd e.
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.