SİLÊMANİYÊ – Ciwanên Başûrê Kurdistanê berxwedana gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê silav kirin. Îro li Bajarê Silêmaniyê Ciwanên û Jinên Ciwan Têkoşer bi daxuyaniyekê piştgîriya xwe ji bo gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Ciwanên Welatparêz Dilşad Gerimiyanî ve hat xwendin û wiha anî ziman; ” Em wek Ciwanên Welatparê û Jinên Ciwanên Têkoşer bi ruhê berxwedaniya Rojavayê Kurdistanê, berxwedaniya îran û Rojhilatê Kurdistanê silav dikin.
Di dawî de wiha got; ” Em wek Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Têkoşer piştgiriya xwe ji bo Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin û dibêjin Rojhilat ne bi tenê ye, Başûr jî li pişta wê ye.