NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya der barê mijarê wiha ye:
“Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker di 19’ê Mijdarê de êrişên hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Di vê çarçoveyê de ye;
Saet di 09:00 û 16:30 de balafirên şer bombe li derdora bajarokê Çemankê barandin.
Di navbera saet 16:00 û 17:00 de balafirên şer derdora gundê Yekmalê yê herêma Garê bombe kirin.
Balafirên şer saet di 17:00 de bombe li qada Werxelê ya herêma Avaşînê barandin.
Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehat.”