TEHRAN – Rûhanî di daxuyaniya li civîna Desteya Wezîran de da got: “Gelê me bi gelek boneyan li dijî komployên dijminan bi serket, carekî din gelê me li dijî xwepêşandanên yek ji komployên dijmin bi serket.”
Rûhanî bi domdarî got: “Hejmara anarşîstên daketin kolanan kêm bû. Ev anarşist bi rêxistinkirî û bi çek bûn.” Serokkomar ji bo xwepêşandaran jî got: “hêzên reaksiyon ên herêmê, komploya Siyonîst û Emereîkiyan.”
Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xaminey jî di daxuyaniya şeva Şêşemê dayî de gotibû: “Em dijmin têk bir.” Xaminey anî ziman ku tişta bûyî ne ji aliye gel ve bû, got: “pirsgirêkek çavkaniya xwe ji ewlehiyê girtiye” derketiye holê.
Xwepêşandan roja Înê ji ber bihabûna benzînê û şûnde bi şevê destpê kiribû. Rayedaran ragihand ku 5 kes mirine, 4 jê endamên ewlekariyê û yek jî sivîl e. Li aliye din Rêxistina Efû’yê ya Navneteweyî ragihand ku nêzî 100 kes mirine. Li gorî NY’yê jî bi dehan kes mirine.