NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên şerê roja 34`an ê Berxwedana Rûmetê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên wê tevgera dagirkeriya xwe berfirehtir kir û êrişên xwe yên bejahî û hewayî berdewam kirin.
EBÛ RASÊN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya tank, top û balafirên kefşê êrişî gundên Til Mihemed, Um İşbe û Bab El-Xêr kir.
TIL TEMIR
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û bi piştgiriya balafirên keşfê bi dijwarî êrişî gundên Menax û Reşediyê kir. Şervanên QSD`ê di encama bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî de hejmarek ji leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin û birîndar bûn. Lê hejmar nehat zelalkirin.
Her wiha di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li Serêkaniyê de guleyeke obusê ya dagirkeran di nava wan de teqiya û di encama wê de 8 leşker û çete hatin kuştin.
EYN ÎSA
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, tank, top û balafirên keşfê êrişî gundên Mişêrfa, Silîp, depoyên genim ên Qiz Elî, Şergirakê û Rêya M4 kir. Di encama bersivdayîna hêzên me de herî kêm 7 çete û leşker hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker li gundê Qerenfil bi balafirên keşfê li erebeyeke welatiyên sivîl xist. Di encamê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.
Bi giştî di encama êrişên dagirkeran û şerê di navbera komên çete û Meclisa Leşkerî ya Suryanî de, her wiha di encama teqîna obusa artêşa dagirker di nav çeteyan de, 15 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û hejmareke mezin birîndar bûn.
Di êrişên hewayî yên artêşa dagirker de 2 hevalên me û 2 welatiyên sivîl şehîd bûn, 4 hevalên me û 3 welatiyên sîvîl birîndar bûn.”