NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî ango roja 45’an a ‘Berxwedana Rûmetê’ eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Artêşa dagirker û komên çete li seranserê xeta eniyê êrîş û tevgera xwe ya dagikeriyê domandin. Li gel êrîşkirina gelek qadan, artêşa dagirker tevgera xwe ya li ser rêya M4 a navdewletî jî zêde kir.
TIL TEMIR
Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve li gundê Leylan hewl dan ku qadên nû dagir bikin û tevgera xwe li herêmê dagir bikin.
EYN ÎSA
Li herêma gundê Mesûdiyê, artêşa dagirker û komên çete êrîş birin li ser herêmên sîvîl. Her wiha cebilxaneya artêşa Tirk a dagirker di hundirê depoya genim de teqiya û di encam de gelek çete û leşkerên artêşa dagirker mirin.
QIZ ALÎ
Hêzên dagirker bi obus û tankan li herêma gundên Kefîfa û Zenûba dan. Her wiha li ser herêmê tevgera balafirên keşfê bê navber berdewam kir.
Di encama êrîşên artêşa dagirker de hevalekî me şehîd ket, hevalekî me jî birîndar bû.”