EYN ÎSA – Di van kêliyan de êriş li dora bajarokê Eyn Îsayê dijwar dibin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi moşek û topan dora Eyn Îsayê ji aliyê rojava ve topbaran dikin. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûn. Dema ambulansa girêdayî Rêxistina Free Borma Rangers a amerîkî diçûn ji bo ku birîndarên ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine topbarankirin xilas bikin, hate hedefgirtin.
Topbaran û êriş bi dijwarî li dorên Eyn Îsayê berdewam e.