BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku piştî şikandina Berxwedana Agiriyê hatiye diyarkirin ku ‘Kurdistana xeyalî li vê derê hatiye veşartin’ û got ku “Hate gotin ku Kurdistan miriye, li vê derê xistine gorê û beton bera ser wê dane. Gotin beton bera ser gelê Kurd dane û careke din nikare raave. Lê PKK’ê wî betonê li ser gelê Kurd parçe kir. Gelê Kurd di şexsê PKK’ê de ji wê gorê rabû.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tevlî Bernameya Taybet a radyoya Dengê Welat bû û pirsên Arjîn Ferat bersivand. Karayilan qala salvegera damezirandian PKK’ê, bandora wê ya niha kir û geşedanên dawîn nirxand.
Karayilan qala partîbûna li Kurdistanê kir û got, “Beriya her tiştî ez Salvegera damezirandina PKK’ê ya sala 41’emîn a PKK’ê li Rêber Apo, li hemû gelê me, li gelên Rojhilata Navîn û li hemû xebatkarên şoreşê pîroz dikim. Di vê roja pîroz de di şexsê şehîdê me yê yekemîn Hakî Karer de ez hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û soza me ya ku li hemberî wan dîsa dubare dikim.
Wekî ku tê zanîn gelê Kurdistanê yek ji gelê herî qedîm ê Mezopotamya û Rojhilata Navîn e. Ligel vî tiştî jî înkar û qirkirin li ser gelê me hate ferzkirin. Gelê me bêdeng nema lê ji ber ku rêberekî wan nebû, berxwedana wan bi ser neket. Di salên 1970’î de PKK derkete ser dika dîrokê.
PARTÎBÛN BIRYARA TÊKOŞÎNA NETEWEYÎ YE
Biryara partîbûnê ya rast biryara hebûna neteweyî û berxwedana neteweyî ye. Piştî koma Rêber Apo ya di sala 1973’an de hate gotin ku ‘Heke gelê Kurd wê wekî neteweyekê bijî, pêdivî bi têkoşînê heye.Ji ber ku gelek bi têkoşînê dikare bibe netewe. Ji bo vê jî pêdivî pêşengtiyê heye û partî wê vê pêşengtiyê bike.’ Biryara avakirina PKK’ê di heman demê de biryara têkoşîna neteweyî ye.
Yek ji taybetiya herî mezin a PKK’ê jî ev ku wekî tevgereke Rêbertî xwe ava kir. Pêşengiya ku Rêber Apo kir, têkoşîna xebatan û ya piştî avakirina partiyê, li Kurdistanê valatiya Rêbertîbûnê tijî kir. Rêbertî bi plan û program dest bi têkoşînê kir. Pêdivî bi kadroyan hebû ku di her warî de pêşengtiyê ji gel re bike. Ev pêdivî têra xwe pêk nehatibe jî di şexsê kadroyên PKK’ê de pêk hat. Li zindanan, li çiyê, di geşkirina berxwedanê de, kadroyên PKK’ê ji demê re bûn bersiv û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li ser vî esasî bilind bû.
PKK’Ê EW GOR PARÇE KIR
Wekî ku me gotî PKK di qadeke qels de derkete holê. Dewleta faşîst a dagirker ji salên 1925 heta 1940’an di warê leşkerî de Kurdistan dagir kir û piştre qirkirinek kir. Gotin ku “Êdî Kurd qediyan” Piştî qetlîama Geliyê Zilan û Berxwedana Agiriyê gotin ‘Kurdistan miriye û li vê derê ew xistine gorê’ Hate gotin ku Kurdistan miriye, li vê derê xistine gorê û beton bera ser wê dane. Gotin beton bera ser gelê Kurd dane û careke din nikare raave. Lê PKK’ê wî betonê li ser gelê Kurd parçe kir. Gelê Kurd di şexsê PKK’ê de ji wê gorê rabû. Lê dewleta Tirk bertekeke gelekî tund nîşan da.
PKK hê nebûye partî, îstîxbarata Tirk agahiyan distîne ku komeke wisa hatiye avakirin. Ji bo vê jî bi destê kontrayan dixwaze komê tasfiye bike. Komploya pêşîn a li hemberî partiya me li Dîlokê di şexsê Hakî Karer hate kirin. Ji bo nîqaşkirina meseleyekê bangî hevalê Hakî dikin û li wê derê bi nemerdî wî şehîd dixin. Derket holê ku li wê derê hemû koma Apoyî bûne hedef. Jixwe dijmin li her derê li Rêbertî digeriya. Ji ber ku ew nedidît, alîkarê Rêbertî, Hakî Karer şehîd xistin.
Koma Apoyî piştî şehadetê bi veşartî xwe birêxistin kir û pêvajoya partîbûnê pêş xist. Piştî salekê dijmin hîn bû ku partî hatiye avakirin. Di destê dijmin de belge tunebû lê ji bo tevdîrê Rewşa Awarte îlan kirin. Piştre jî cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê dest danî ser deshilatdariyê. Cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê zilmeke mezin kir lê li hemberî vî tiştî berxwedan hate kirin. Li ser vî esasî li zindanan dîrokek hate nivîsandin. Piştre bi pêngava 15’ê Teabxê li çiyayan berxwedan hate destpêkirin û dijmin nekarî pêşiya wê bigire. Piştî komploya navneteweyî gotin “Vê carê teqez têk çûn” lê têkoşîna me geş bû. Dewleta Tirk 41 sal in ji bo ku me tu tune bike, êrîşan dike.
KOMPLO BERFIREHTIR KIRIN
Komplo niha jî heye û çarçoveya wê berfireh kirin. Êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê, êrîşên li ser şaredariyan, êrîşên li ser destkeftiyên gelê me, êrîşên dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê, hemû jî aliyên vê komployê ne. Niha jî di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakurê Sûriyeyê û Rojava êrîş dan destpêkirin. Ev jî diyar dike ku komplo hatiye berfirehkirin. Berê komplo li dijî PKK û îdolojiya Rêber Apo bû lê vê carê hemû destkeftiyên gelê Kurd kirine hedef. Li hemberî komployê gelê me li her derê li ber xwe dide. 41 roj in Rojavayê Kurdistanê li ber xwe dide, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe didin. Bi vê wesîleyê ez hemû berxwedêran silav dikin. Berxwedana îro ya ji bo gelên Kurd, Ereb, Asûr, Siryan ,Ermen e û ji bo hemû gelên herêmê ye. Ji bo gelên Tirkiyeyê ye jî.”
LI HEMBERÎ ME FERASETEKE NEXWEŞ HEYE
Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk li ser înkara Kurdan hatiye avakirin û niha jî pêşengiya Erdogan hatiye nûkirin û got ku “Li hemberî me feraseteke wisa nexweş heye ku, ji bo hebûna xwe Kurdan qir dike. Ev feraseteke nexweş e. Gelo çawa neteweyek ji bo neteweya xwe neteweyeke din tune dike? Ev nexweşiyek e.Gelo siyasetmedarên li parçeyên din ên Kurdistanê vê rastiyê nabînin? Carinan Erdogan silavekê dide wan, dibêjin em dostê Tirkiyeyê ne. Lê ya rast hemû kadroyên TC’yê ji bo dijminatiya li hemberî Kurdan hatine amadekirin. Ji xeynî hêzên çepgir û sosyalîst li Tirkiyeyê hema bibêje hemû kes li dijî hebûna Kurdan e. Vê feraseta dijminane êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike û li ser hemû gelê Kurdistanê qirkirinê dike.
‘ÊDÎ NIKARIN PÊŞIYA WÊ BIGIRIN’
Îdeolojî û fikra Rêber Apo li nav hemû gelan belav bûye. Li her dera dinyayê êdî hemû kes dizaanin paradîgmaya demokratîk û ekolojîk çi ye. Dizanin ku pergala li Rojava pergaleke çawa ye û ji ber vê jî gel xwedî li wê pergalê derdikevin. Têkoşîna paradîgmaya civaka demokratîk û ekolojîk êdî bûye têkoşîneke gerdûnî. Ji ber vê jî êdî nikarin pêşiya wê bigirin. Yek ji sedema ku cîhan lê xwedî derdikeve jî ev e.
PRADÎGMAYA ME BÛYE MALÊ DINÊ HEMÛYÊ
Binerin niha Roja Têkoşîna Navnetweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê nêz dibe. Em tevger, yanî sîstema azadiyaê ya li ser xeta PkK’ê û PAJK’ê pêş xistî, vê yeke borandiye. Em li dijî tundiya li jinê ne, her çendî bejim li dijî vê têkoşînê dikim jî, sîstemek mêr a serwer heye. Bi pradîgmauya Rêber Apo pêşxistî, li ser xeta azadiya jinê bi temamî sîstema mêr a desthildadar hatiye derbaskirin û sîstema jina azad avakiriye. Yanî ya tevgera Apoyî di vê wateyê de kirî, di rewşa heyî de ji hemû hewldanên li cîhanê tê kirin hê baştire û bi pêvetire. Ji ber ku ya hatî pêşxistin ti mînakên wê li dinê tine. Gelek demokratîk û pir li pêş e. Di vê astê de pradîgmaya Apoyî ya hatî pêşxistin belavî hemû dinê dibe. Her çiqas êrîş û komplo jî hebin, êdî nikarin vê bidin rawestandin. Ji ber ku ev têkoşîna bi vê hişmendî û pradîgmayê hatî pêşxistin, êdî buya malê dinê tev. Di sala têkoşînê ya 42’an a PKK’ê de sîstema hizirînê ya Rêber Apo pêşengtiya wê dike, gihiştiye asteke gerdûnî.
DEWLETA TIRK KETIYE PANÎKÊ
Dewleta Tirk di panîkeke cidî de ye. Ev panîk jî ji ber kuştina Bexdadî ya li herêmekî sînorê di bin kontrola TC’ê de û dîsa kuştina El Muhacirî jî yê alîkarê Bexdadî û li Cerablûsê ya di bin kontrola TC’ê de ye. Kuştina van her du serçetanan a liv an herêman her kesê dît bê ka navendên DAÎŞ’ê di bin kontrola TC’ê de ne. Niha çavê her kesê li TC’ê ye. Hêzên hegonom niha dibe ji ber berjewendiyên xwe dengên xwe dernexin û çavên xwe li vê digirin, lê em dizanin ku di derbarê Tirkiyeyê de lêkolîn tên kirin. Tirkiye jî ji vê agahdar in. Li ser têkiliyên TC’ê û DAÎŞ’ê, dîsa têkiliyên ‘Artêşa Mîllî ya Sûriye’ ku Erdogan bi nav dike û DAÎŞ’ê çine lêkolîn tên kirin. Ji ber vê yeke dewleta Tirk pir tirsiyaye û ketiye panîkê.
Diyar e ku Erdogan ji bo vî karî Suleyman Soylû erkdar kiriye, ji ber wê ye ku her roj ev kes têkildarî DAÎŞ’ê daxuyaniyan dide. Bi gotinên; ‘Me hevjînê Bexdadî girtiye, xwişka wî girtiye, xizmên wî girtiye, her wiha 4 kesên ku amadekariyên çalakiyê dikirin girtiye. Dîsa heta niha li nava bajar evqas oprasyon hatiye kirin. Di destê me de DAÎŞ’î hene, em dixwazin bidin dewletên Ewropî, yek me dersînor kir…” her rojê daxuyaniyek nû dide. Her tim bi gotinên; ‘Em li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, me gelek DAÎŞ’î girtine. Em jî li dijî DAÎŞ’ê têdikoşin.’ dixwazin hewayekî wiha derxin pêş. Heta îro daxuyaniyek hate dayîn îdîa dikin ku l i Girê Spî YPG’ê li girtîgehekê 800 DAÎŞ’î berdan, lê bi qasî ez dizanim li Girê Spî ti girtîgeheke ya DAÎŞ’ê tine. Bi rastî jî ditirse ku wê bazarên wan ên qirêj û tîfaqên wan derkevin holê.
DAÎŞ’IYÊN WAN HERÊMAN BI KÛ VE ÇÛN?
Bi rastî jî rejîma AKP’ê li dijî DAÎŞ’ê qet şernekiriye û nake jî. Ne li dijî DAÎŞ’ê bûye xwedî helwest û ne jî ti DAÎŞ’iyek di destê wan de heye. Yên girtine kesên ji nava DAÎŞ’ê reviyane. Yanî yên demekê çûne Sûriyeyê şer kirine û êdî dev ji vê berdane. Yên ku dixwazin li ser Tirkiyeyê re biçin Ewropa yan welatekî din girtine. Eger ne wisa be bila diyar bikim em bi hev re bibinin; Dewleta Tirk li Cerablûsê çiqas DAÎŞ’î girtine? Ewqas DAÎŞ’iyên li Cerablûsê man çûn esmanan, hemû bi kû ve çûn? Li wir şereke jî derneketin ku bêjin hatin kuşin. DAÎŞ’iyên li Bab û Ezazê bi kû ve çûn? TC dikare îzahatekî vê ya bi mentiq bike? Niha ji DAÎŞ’iyên îdîa dikin ku girtine çiqasî wan leşker in? Di destê wan de bi rastî jî di nava DAÎŞ’ê de şer kirî tine. Yên ku ji DAÎŞ’ê reviyane, dixwazin vegerin mal xwe ew girtine. Niha 4 birayên ku gotine me girtine kesên ku xwe kirine yek ji bo birevin mala xwe girtine. Tirkiye bi derewan dixwaze raya giştî ya cîhanê bixapîne. Dixwaze xwe weke hêzeke li dijî DAÎŞ’ê şer kirî bide nişandan, lê tiştekî wiha tine, berovajî mutefîk e û hevkar tevger dikin. Ji ber bê bû ku xelîfeyê DAÎŞ’ê li ber serê wan, li nêzî sînor li qadekî di bin kontrola wan de dijiya. Îtifaqa AKP-DAÎŞ’ê êdî nayê nixûmandin. Erdogan û rejîma wê di nava vê tirşe de ne. Ketiye tirsa ku wê hê zêdetir hêzên navneteweyî vê rastiyê derxe û maskeya wî bikeve, ditirse. Bi vê panîkê her rojê têkildarî DAÎŞ’ê rojevên nû derdixe dibêje; ‘min girt’, roja din dibêje; ‘va radestî Ewropayê dikim’. Bila hemû Ewropa vê bizanibin, bi rastî tu kesên ku di nava DAÎŞ’ê de şer kirine ne girtine. DAÎŞ’iyên ku dixwazin bişînin Ewropayê jî jinên û kesên ku dixwazin vegerin mal an dev ji wan hatine berdainin. Rejîma AKP’ê nikare endamên şer ên DAÎŞ’ê bigire. Ew bi kontrola MÎT’ê niha bi QSD’ê re şer dikin. Bila her kes vê rastiyê bibine. Êdî çi dikin bila niha bikin, nikarin serê vê heqîqetê bigirin.
DI ÇARÇOVEYA PLANA ÇOKDANÎNÊ DE
Siyaseta AKP-MHP û Ergenekon dike ne ji rêzê ye, dijminahiyeke sondxwarî ne. Di sedsala 21’an de li ti deverekî cîhanê siyaseteke wiha tine. Hebûna Kurdan ji bo xwe xeterî dibinin. Ji bo hebûna wan dibe Kurd nemînin. Dixwazin ku li ti derê Kurd nebin xwedî nasname û statü. Hemû hewldana wê ji bo ev pêk neyê ye. Ji bo vê ye vîna Kurdan nas nakin. Bihêlin naskirina vîna Kurdan berovajî dixwazin bi temamî biperçiqînin. Hê Plana Şark Islah a 1925’an hatî amadekirin çibe, AKP Plana Çokdanînê ya di roja îro de dayî destpêkirin heman e. Her du jî Belgeya Qirkirina Kurdan e. Niha ya dibe hemû jî di çarçoveya Plana Çokdanînê de tê kirin.
Ti sûcekî yên hevşaredaran tine. Ji bo girtina van kesan hincetên vala û bê bingeh in derdixin. Min li ser çapemeniyê nêrî hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk bi rêya parêzerên xwe daxuyaniye li girtîgehê da û gotibû: ‘Ti sûcekî min tine’ bi rastî jî rast dibêje. Li gorî hiqûqa TC’ê ti sûcekî wan tine. Tenê yek sûcên wan heye; ew jî Kurdbûna wan e. Ji ber ku Kurdek azad dixwazin sûcdar in. Di nava HPD’ê de cihgirtin li gorî wan, armanca wan avakirina Kurdê azad e. Sûcê wan ev e. Ji ber ku yeke/î di nava HDP’ê de cih bigire, yan demokratekî Tirkiyeyî, yan jî kesekî demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze, yê xwe înkar neke, ez xwedî nasname me, dibêje ez Kurdekim. Yanî kesekî ku xwe înkar neke ye. Li gorî hişmendiya faşîst a qirker ji bo mirovekî bigirin ev têrê dike. Lê ji ber ku ev yek di fermiyeta hiqûqê de tine, li girî xwe qilifek lê dikin.
DIDOME/…