TIRBESPİYÊ – Bi dirûşmeya `Li dijî dagirkeriya Tirk em hemû Amara û Çîçek in` Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê meşek bi maşalayan ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk li dar xistin.
Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê ji tevahiyai pêkhateyan li ber Navenda Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê kom bûn ji bo ku tev li dijî dagirkeriyê bimeşin.
Beşdaran sloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê der heqê sivîlan de, bi taybet jinan berz kirin. Her wiha pankartên bi nivîsên `Li dijî dagirkeriya Tirk em hemû Amara û Çîçek in` hildan.
Meşvanan di sûka navendî re meşiyan û li ber Navenda Kongreya Star li rojhilatê bajêr rawestiya.
Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Amed Silêman axivî û teqez kir ku jina ciwan wê têkoşîna xwe li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra bi domîne. Dagirkeriya Tirk bi taybet vîna jina azad dike hedef.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên li dijî dagirkriyê, silavkirina berxwedanê û berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû.