MINBIC – Buroya Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyek da, ragihand: “Yekîneyên Antî Teror piştî xebatên şopandin û komkirina agahiyan şaneyek girt. Şane, çeteyên DAÎŞ‘ê yên li kampa Holê direvandin û derbasî Tirkiyê yan jî herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de dikirin.”
Buroyê diyar kir ku endamên şaneyê dema hewl didan 6 jinên DAIŞ‘î û çeteyekî din ku di şerê li gel çeteyên DAÎŞ‘ê de li Dêra Zorê birîndar bibû ji kampa Holê ber bi herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê ve birevînin hatin girtin.
Li gorî daxuyaniyê Buroya Ragihandinê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di mukirhatinên endamê şaneyê “Ebû Nacî” de ku fermandarê çeteyên Ehrar El-Şam li herêmên bi din serweriya çeteyên “Mertala Firatê”de ye “Ev şane bi fermana Tirkiyê hatiye avakirin, erka wê revandina endamên DAÎŞ û malbatên wan ber bi herêmên di bin serweriya Tirkiyê de ye.”
Çete “Ebû Nacî” li xwe mikur hat ku wî gelek teqîn li bajarên Minbic û Hesekê pêk anîne ku di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûne.