DÊRİK – Li Dêrikê jî Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleya Kongreya Star de bi dirûşmeya “Dagirkerî tundî ye bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkerî û faşîzmê bişkînin ” mûm li gorên şehîdan ên Goristana Şehîd Xebat Dêrik vêxistin.
Di çalakiyê de endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Evîn Mihemed daxuyanî xwend, got: “Wek Yekitiya Jinên Ciwan di kesayeta şehîd Hevrîn û tevahiyia têkoşerên jin em soza şopandina rêya şehîdan û mezinkirina asta têkoşînê li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê didin. Hovîtiya Tirkiyê der heqê jinê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt asta sûcên şer li dijî mirovahiyê.”
Piştre sînevizyonek girêdayî berxwedana jina kurdistanî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî dagirkeriya Tirk hate pêşendan