NAVENDA NÛÇEYAN – Navendê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve, di çarçoveya berfirehkirina tevgera xwe yê dagirkirina herêmê de êrişên xwe yên nû yên biplankirî bê navber berdewam dikin.
Eniya Til Temir
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete ji bejahî ve bi piştgiriya tang, top û çekên giran, êrişî çeperên şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya li gundê Dawidiyê kir.
Eniya Eyn Îsa
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve, bi piştgiriya firokeyên bêpîlot, tang û topan, tevgera xwe ya dagirkirinê û êrişên xwe didomînin. Her wiha artêşa dagirker bi obûsan êriş bir ser noqteyekî hevbeş a hêzên me û leşkerên artêşa Sûriyê.
Eniya Qizelî
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya firokeyên bêpîlot û çekên giran, êrişek li dar xist.”