NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di çarçoveya çalakiyên xwe yên tolhildanê yên li herêma Efrîn û bajarê Ezazê yên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, rêzeçalakî li dar xistin. Têkildarî mijarê HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“Hêzên me di çarçoveya çalakiyên xwe yên tolhildanê li herêma Efrîn û bajarê Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rêzeçalakiyên bibandor li dar xistin.
Di 23’yê Mijdarê de hêzên me li gundê Meryemîn ê bi ser navçeya Şera ve çalakiyek li dijî barageheke artêşa Tirk a dagirker li dar xist. Di encamê de 2 jê giran, 7 leşkerên dagirker birîndar bûn.
Di 23’yê Mijdarê de hêzên me li gundê Xezewî yê bi ser navçeya Şêrawa ve li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de çeteyê bi navê Îbrahîm Mûsa El-Elî yê ku ji herêma Idlibê ye, hat kuştin.
Di heman dîrokê de hêzên me li derdora bajarê Ezazê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 3 çete birîndar bûn.
Her wiha piştî çalakiyên hêzên me, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Merenaz, Şewarxa, Kela Şewarxa û Elqamiyê yên bi ser navçeya Şera ve bi dijwarî topbaran kirin.”