WAN – Li gorî agahiyên hatine bidestxistin polîsên dagirker ên Tirk serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Polîsên dagirker ên Tirk deriyên gelek malan şkandin. Li aliyê din Polîsên dagirker ên Tirk mal talan kirin û herî kêm 20 ciwan binçavkirin. Hinceta binçavkirina ciwanan nehate diyarkirin, hate ragihandin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.