TIL TEMIR – Ciwanê Êzidî û şervanê QSD’ê Ronî Tolhildan ku niha di çeperên Til Temirê de cihê xwe digre, rewşa dawî a bajar û armancên êrîşên dagirkeriya tirk ji ajansa me re nirxandin. Ronî Tolhildan di nirxandinên xwe de da diyar kirin ku doh Ciwanên Rojava ji bo parastina Şengalê xwe kirin mertal û daxuyakirin ku pêwiste îro Ciwanên Şengalê ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê beşdarî Berxwedana Cenga Rojava bibin.
Ronî Tolhildan ev nirxandin û bangawazî kir: “Ev şerê niha li Rojava diqewime herkesî kêm zêde bihistiye. Dewleta tirk ne çara yekemîne ku dixwaze ser Kurdan qetlîam çêbike û axa Kurdistanê dagir bike. Ji dirokê ve li ser Kurdan qetlîam çêdibin û ji wan ji axa wan, zimanê wan û çanda wan dur dixin. Ev tiştana ne xeribe ji bo Kurdan. Îro jî li tevahî Kurdistanê hêzên parastinê hatine avakirin. Çi qetlîamê hatine kirin yan jî pêk tên tiliya dewleta osmanî tê de heye. Di vî şerê herî dawî jî ev diyar bû. Bombeyên cuda cuda wek fosfor û yên din bikar anîn. Teknîka pêşketî û çekên giranî bikar anîn. Tenê ji bo disa Kurdan qetil bikin wan bikar tinîn û polîtîkayên herî qirêj dimeşînin. Li dijî wan heta dawî Berxwedan ji milê rêxistinê hatiye îlan kirin. Nava vî serî de tevahî ciwan cihê xwe digrin. Ji her netew û olî ciwan tevlî vê berxwedanê bûne. Kesên welatparêz û xwedî vicdan hatine tevlî vî şerî bûne. Ez jî wek Ciwanekî Êzidî ji bo tolhildanê û ji bo li dijî dewleta dagirker a tirk şer bikim hatime Rojava. Tol hilgirtin ne ji bo rojek an Jî du rojane. Ne tenê Ciwanên Şengalê an jî Rojava, pêwiste hemû Ciwanên Kurdistan û Cihanê berê xwe bidin vê cengê. Ji ber dem dema Ciwantiyeyê. Îro armanca sereke a dewleta tirk qetilkirina Kurda ye. Ji ber vê pêwiste ciwan li hemberî vê bisekînin. Taybet Ciwanên Şengalê pêwiste qetîlama 2014’an jibîr nekin. Ji bo Êzidiyan li hember dewleta Osmanî şer kirin ne tiştekî nû ye. Heta niha Êzidî hertim li hemberî Osmaniya şer kiriye. Wê îro jî Ciwanên Êzidî disa şer bikin. Rabûna Ciwanên Êzidî û Kurdan bi ciwantiyê dibin.
Dema sala 2014’an Şengal di dorpêçê debû Ciwanên Rojava ji bo avakirina kooridorek mirovî gelek şehîd ketin. Ê disa Êzidiyan ji qetlîamek mezin xelas kir Ciwanên Rojava bû. Berê xwe dan Şengalê û di rê de zêdetirî 50 heval şehîd ketin. Pêwiste em wan hevalan jibîr nekin. Em tola wan hevalan li erdê nehêlin. Di her milî de alîkarî ji bo Şengalê hate dayin. Ger îro em wek Ciwanên Şengalê dibêjin em xwedî eqlax û vicdanin pêwiste ew dem em berê xwe bidin vê cengê. Ger îro beriya vê li Rojava neyê birin wê sibê were Şengalê jî. Çawa Erdogan gelê Rojava qaşo wek terorist binav dike, dibêje em biçin teroristên Şengal û Mexmûrê jî tune bikin. Wusa ji xwe re cihan xêz kiriye. Yê disa li hemberî vê bisekînin disa Ciwan in. Wê wekî wî nebe. Ne dewletek, ger hezar dewlet jî li pişta wî be wê nikare be axa Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Heta xwîn di laşê Ciwanên Kurd hebin wê nehêle axa Kurdistanê bê dagir kirin. Taybet axa Rojava ku tê de zêdetir 11 hezar şehîd hatiye dayin. Ne Erdogan û ne tu kesî din wê karîbe wan armancên xwe pêk binin. Herroj balafirên wan ê şer û keşifê wan digerin, teknîk ne giringe, di vir de îrade giring e. Hemberî wan keşîf û balafiran rêbazên me ê xweparastinê pir in.
Pêwiste her ciwanek berê xwe bide vê cengê. Ger em bixwazin tola salan hilinê, em ê îro vê bikin. Rê ji bo me vekiriye. Ger em şehîd bikevin jî wê ji bo me rumetek be, serbilindiyek be. Di vî şerî de herkes dikare cihê xwe bigre, ne tenê yê şervan ku di nava QSD, YPG an jî YPJ’ê de ye, ciwanekî ku tevlî seferberiyê bibe Jî dikare beşdarî vî şerî bibe.
Em niha li Til Temirê ne, rewş bi giştî başe. Li gundê derdora Til Temirê herroj balafir digerin, dixwazin bi çekên giran û êrîşên hewayî gundê Til Temirê bigrin. Li hemberî vê hemû Ciwan, wek yê Kurd, Suryan, Aşurî û Ereb disekînin. Li hemberî wan êrîşan wê ciwan bi hemû awayî li berxwe bidin û şer bikin.”