NAVENDA NÛÇEYAN – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad li bajarên Bern û Baselê û kantona Tîcîno yên Swîsreyê salvegera damezrandina PKK’ê bi meşên bi meşaleyan pîroz kirin.
Kurdistanî tevî dostên xwe li meydana Claramatte ya Baselê êvarê li hev kom bûn û bi alên PKK’ê meşiyan. Di meşa bi meşaleyan de dirûşmên Elmanî û Kurdî yên “Bijî PKK” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.
Çalakgeran li Dreîrosenbruckeyê çalakiya xwe bi daxuyaniyekê û gerandina govendê bi dawî kirin.
Li Bernê jî Kurdistanî tevî dostên xwe li Reîtschuleyê li hev kom bûn û bi meşaleyan li navenda bajêr meşiyan. Di meşê de aleke mezin a PKK’ê hate hildan.
Li bajarê Bellînzona yê kantona Tîcîno jî Kurdistanî û dostên xwe bi pankarta “Rojava biparêze, rê nede dagirkeriyê” û alên PKK’ê meşiyan.
Piştî meşê li Pîazza Collegîatayê mîtîngek pêk hat.