NAVENDA NÛÇEYAN – Serdegirtin serê sibehê pêk hatin. Li Enqereyê endam û rêveberên HDP, ÎHD, sendîkaya SES’ê bûn hedefa operasyonên qirkirina siyasî. Di serdegirtinan de 11 kes hatin destgîrkirin.
Kesên li Enqereyê hatin destgîrkirin: Hevserokê ÎHD’ê yê Enqereyê Fatîn Kanat, rêveberên SES’ê Fîkret Çalagan û Belkis Yûrtsever, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Bereket Kar, endamê HDP’ê Mazhar Yerlîkaya, Şehrîban Başak, Ethem Ozgan, Sabahattîn Karli, Kemal Akalain, Berfûm Çolak û Ziya Cebecî.
Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim jî di serdegirtinê de hate destgîrkirin.
Nûçegihanê ajansa nûçeyan a DÎHA’yê ya bi biryarnameyê hate girtin Haci Yûsûf Topaloglû li navçeya Kahta ya Semsûrê bû hedefa polîsên Tirk. Topaloglû hate destgîrkirin. Hate ragihandin ku polîsên Tirk di dema destgîrkirinê de çek daniye serê Topaloglû.
Li navçeya Wêranşar a Rihayê li taxa Şirnakê di serdegirtina malan de Îrfan Erdem ku bavê du zarokane hate destgîrkirin.
Li Amedê jî di serdegirtina malan de Alîkarê Hevserokên HDP’ê Mehmet Şîrîn Tûnç û endama Meclîsa Şaredariya Peyasê Songul Dag Kapanci ya HDP’î hate destgîrkirin.
Li navçeya Kercewsê ya Êlihê ji nûnerên KCD’ê yên Kercewsê Mehmet Yildirim hate destgîrkirin.
Bi vî rengî di nava 24 saetên dawî de herî kêm 61 kes hatin destgîrkirin.