NAVENDA NÛÇEYAN – Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro der barê daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ên cîdiyeta Rêveberiya Xweser ji bo diyalogê û pêkanîna bendên peymana agirbestê de, daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:
“Ji destpêka êrişa Tirkiyê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di 9`ê Cotmehê de heta niha, dewleta Tirk li gorî hewldan û tedbîrên ku li ser hatine lihevkirin, bi taybet jî yên girêdayî agirbestê ku cîgirê serokê Amerîkayê di 17`ê Cotmehê de li Tirkiyê ragihandiye, her wiha peymana Soçiyê ku serokên Tirkiye û Rûsyayê piştî wê bi çend rojan li hev kir, tev negeriyaye.
Bi bihaneya agirbestê û qaşo herêma ewle, êrişeke bêserûber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ewle ku di nav de Til Temir, Eyn Îsa û Rêya M4 hene, tê kirin. Di encama van êrişan de 350 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûn, her wiha bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn û demografiya herêmê hat guhertin.
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh sêşemê 26`ê Mijdarê li Moskovê, dubare ragihand ku Rêveberiya Xweser di diyalogê de “ne cidî ye”.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi diyalogan kiriye û hêj kar û xebata di çarçoveya diyalogan de berdewam e, di gel ku QSD`ê pabendî hevpeymana agirbestê bû û ji herêmên li ser sînor vekişiya. Di heman demê de Rêveberiya Xweser û QSD`ê der barê hin xalên hevpeymana Soçiyê de ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de lihevkirin li sere çêbû, li ser vî esasî Rûsyayê hevpeyman erê kir û bi vê yekê bi Şamê re kete nava diyalogan û hêzên artêşa Sûriyê li seranserê sînor hatin belavkirin. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser li Sûriyê kar û xebatan dide meşandin. Di heman demê de dewriyeyên polîsên Rûsya û Tirkiyê bi serpereştiya polîsên leşkerî yên Rûsyayê hate erêkirin. Her wiha me her teqezî li ser çareserî û diyaloga nîştimanî ya Sûriyê dikir.
Lê belê tişta ku diyar dibe, divê rola Rûsyayê zêdetir çalak be, ji ber ku bi rastiya lihevkirinê re ne guncaw e. Li ser vî esasî em wek Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina diyalogên li gel Şamê, me hemû tedbîr girtin û heta niha jî amade ne ji bo vê yekê. Her wiha me teqezî her dem li ser karkirina di çavçoveya Sûriyê de dikir, ji ber ku em sûrî ne.
Diyaloga bi Şamê re piştî me gavek erênî avêt, girîng e. Lê aliyê din heta niha xwe zelal nekiriye, ev jî nîşan e ku diyalogên siyasî naxwazin, lewma em dibêjin divê rola Rûsyayê ya garantor hîna çalaktir be.
Em pabendê aramiyê ne û dixwazin êrîşa Tirkiyê raweste. Em îro jî amade ne, em li tu lihevhatinan nezivirîne, me her diyalogeke vekirî û eşkere xwestiye, helwesta me der barê diyalogê de diyar e û nehatiye guhertin. Tu têkiliya helwesta me bi hebûn û guherîna rewşa Amerîkayê tune ye.
Her wiha tiştên ku li hin herêman çêdibin, di çarçoveya parastina rewa de ye û Rûsya xweş dizane ku herêmên îro têne hedefgirtin derveyî lihevkirinên di navbera Rûsya-Tirkiyê de ne. Li ser vî esasî dibe komîteya lêpirsînê der barê kiryarên ku Tirkiyê li seranserê herêmên Sûriyê pêk tîne, hebin, lê belê daxuyaniyên ne li gorî helwset û tiştên li ser rûyê erdê, destekdayîna yekser a ji bo Enqere û çeteyên wê ye di berdewamkirina kiryarên xwe li dijî Sûriyê û gelê wê.”