DÊRIK – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan doh evarî bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê şahiyek lidar xist. Ciwanan li ber agir û stranên şoreşgerî govend gerandin û roja cejna vejînê bi coşek mezin pîroz kirin. Şahî heta derengiyê şevê berdewam kir. Ciwanan di şahiyê de ala PKK’ê hildan û sloganên wek “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” û “Bijî Serok APO” berz kirin.