NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got; “Tevgera balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li herêmê giştî didomin. Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran êrîşî gundê Ing El Hewa dike.”
QSD’ê bi domdarî got; “Bi êrîşan re tevgera balafirên keşfê (ÎHA) bê navber didome.”
EBÛ RASÊN
Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran êrîş birin ser gundê Ing El-Hewa. Her wiha tevgera balafirên bêmirov, bê navber berdewam kir.
EYN ÎSA
Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û balafirên bêmirov êrîş birin ser gundên Sêgiro û Dibsê û hewl da qadên nû dagir bike. Dîsa li nêzî herêma Qiz Alî artêşa dagirker û komên çete êrîş birin ser gundên Zenûba û Xirbet Faris û hewl da herêmê dagir bikin.”