SÊMALKA – Ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve dewleta tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dike. Ji Başûrê Kurdistanê bi dehan ciwan ji bo parastina Rojava tevlî seferberiyê bibûn.
12 Ciwanên ji Başûr ku di çarçoveya seferbertiyê hatibûn Rojava, piştî ku xwestin wegerin Başûrê Kurdistanê li ber deriyê Sêmalka ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçav kirin.
Ev zêdetirî hefteyek tu agahî ji ciwanan nayê wergirtin. Nayê zanîn ku asayîşa PDK’ê ew ciwan birine kuderê.