WAN – Li Wanê dema binçavkirina 20 ciwanên duh di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, 24 saetan dirêj kirin.
Li Wanê, duh di serdegirtinên malan de 20 ciwan hatibû binçavkirin. Dema binçavkirina ciwanan 24 saetan dirûj kirin. Ciwanên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên girtin. Hat diyarkirin ku derbarê dosyeya ciwanên hatine binçavkirin de biryara veşartinê hatiye dayîn.
Navê ciwanên hatin binçavkirin wiha ne: “Huseyîn Kaçar, Selîm Kaplan, Burak Dalga, Burhan Dalga, Mehmet Dalga, Hazar Dayan, Harun Boga, Îzzet Işik, Nîhat Işik, Furkan Durmaz, Sedat Benek û 9 kesên ku navê wan nehat tepîtkirin.”